Haydar Şahin
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Serokomar Erdogan: "S-400a sîstema parastina hewayê ya ku me siparîş dabû înşaellah em ê di meha pêşiya xwe da teslîm hildin. Mijara S-400î rasterast bi mafê me yê desthilatdariyê ra eleqedar e, em ê jê neyên xwarê."
"Di nêrîna me ya siyasetê da tiştekê wisa tune ku ji gel bixeyîdin, lomeyên xwe bikin û sûc biavêjin ser milet."
Serokomar û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ya ji bo wan girîng e ew e ku îradeya neteweyî bi awayekî baş, biewlehî û bêşaîbe tecelî kiriye û wiha got: "Hilbijartina dawîn ji pirsa kî bi ser ketiye zêdetir ji ber ku tena serê xwe teredûdên teceliya îradeya neteweyî ji holê rakiriye bi qîmet e."
"Daxuyaniyên ku serkêşê terorê yê li Îmraliyê di van demên dawîn da dide û nirxandinên tên kirin nîşan didin ku di nav rêxistinê da li ser polîtîkayên naxweyî û yên derva cudahiyeke mezin ya fikrî derketiye holê."
"Gel bi îradeya xwe ya di 24ê Hezîranê û 31ê Adarê va ji AK Partî û MHPyê ra got, 'Nesekine dewam bike'."
"(Nûkirina kabîneyê) Heke tiştekî wiha hewce bike emê bikin. Bi sîparîşê ev kar nabin."
"Me di bin banê Serokomariyê da ji bo encamên salekê û ji bo kêmasî û pêşxistina pergala rêvebiriya nû xebateke berfireh da destpêkirin. Di kordînasyona Alîkarê Serokomarê me Fuat Oktay da, bi beşdariya hemû kesên têkildar em ê xebata xwe ya nirxandinê bikin."