Ahmet Aydın
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya çûna Osakayê li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî dan.
Serokomar Erdogan derbarê bangawaziya vegera pergala parlementerî got, "Cenabê Kiliçdaroglu bi xwe dibêjê û guhdar dike. Gel biryara xwe daye, ev kar qediyaye. Emê bi wê gotina (banga referandûmê) cenabê Kiliçdaroglu hereket nekin. Em derketin rê û bi heman biryardariyê dewam dikin."
Erdogan got, "Heke welatên endamên NATOyê dest bi danîna mueyyideyan li hemberî hev kiribin, ya rastî wê nizanim. Di ehvdîtinên xwe yên digel Cenabê Trump de me pêjna vî tiştî nekir."
Serokomar Erdogan di bersiva pirsa derbarê Osman Ocalanê birayê Abdullah Ocalan de wiha axivî:
"Osman Ocalan bi bultena sor lêgerîna wî heye nizanim. Heke li TRT Kurdiyê bername çêkiribe, hevalên me yên li TRT vê dizanin, ez bi wan bawer im."
"Em li Minbicê şopînerê rewşê ne"
Erdogan derbarê mijara Sûriyeyê got, "Emê di civînên dualî yên digel Cenabê Trump û Cenabê Pûtîn de vê bînin rojevê. Em li Minbicê şopînerê rewşê ne, pêdivê peymanên ku dane bînin cî. Nêzîka ji sedî 90ê Minbicê a Ereban e."
Erdogan li ser rewşa rojhilatê Deryaya Egeyê û Deryaya Spî wiha axivî:
"Çi nemya ku ji wê deryayê derkeve mafê hemî kesên ku li Qibirsê dijîn tê de heye. Heke hûn bêjin; emê di bin kontrola Qibrisa Başûr de çêkin, em nikarin bêjin belê. Em parvekirinê dizanin. Prensîba me (ya li Rojhilatê Deryaya Spî) li ser esasa berjewendiya hevpar e. Pêdivê yên li hember jî bi heman şêweyî digel me tev bigerin."
Erdogan derbarê îdiayên vegera Bînalî Yildirim bo kabîneyê wiha got, "Ev gotin bi mebesta derxistina fitneyê di nava kabîneya me de tên gotin. Bila kes guh nediyê. Em baş dizanin ka emê kengî, li kuderê, kê binirxînin."