Elif Orhan
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di bernameya fitarê ya MÛSÎADê de axivî.
Serokwezîr Yildirim got, "Îsal di 4 mehên ewil de dora 8 milyonî mêvan hatin Tirkiyeyê. Dawiya salê înşeallah em ê bigihêjin 40 milyonî."
"Tirkiye welatek e ku aboriya serbest pêk tîne"
Yildirim got, "Tirkiye welatek e ku aboriya serbest pêk tîne. Lewra guherîna vê rewşê tune."
"Di polîtîkayên darayî de misqalek jirêderketin tune"
Serokwezîr Yildirim got, "Hikûmet li ser kar e, hakimê mijarên xwe ye, di polîtîkayên darayî de misqalek jirêderketin tune. Îstixdama ku me di 10 salên dawîn de pêk anî ji îstixdama ku hemû welatên Yekîtiya Ewropayê kirine zêdetir e."
"Lîvdariya di kurê de berwext e"
Yildirim got, "Lîvdariya di kurê de berwext e, yek jî konjonkturel e. Şerê me yê bi enflasyonê re, têkoşîna me dê dewam bike."
Serokwezîr Yildirim wiha axivî:
"Tirkiye welatekî wisa ye ku bi dinyayê re entegre bûye. Bila tu kes li bendê nemîne ku Tirkiye deriyên xwe ji dinyayê re bigire. Wisa goftugoyên eletewş ên wekî 'kur dê sabît bibin, pergala kambiyoyê biguhere, midaxaleyê sermayeyê bê kirin, dest deynin ser pereyan' tên belavkirin. Mixabin ku dema em dikevin hilbijartinê dijberên me yên siyasî wekî ku 'dolar bû ev qas' hindik mabû ku bireqisin."
Serokwezîr Yildirim: "Em nikarin bibêjin ku bi Yekîtiya Ewropayê re jî bi Amerîkayê re jî têkiliyên me têkûz in. Bi wan re jî pirsgirêkên me hene. Çavkaniya pirsgirêkan çi ye? Em nînin. Ango heke hûn ji bo rêxistinên terorê yên hewl didin ku welatê we, gelê we parçe bikin, çav berdane axa we, hewl didin ku bêîstiqrariyê bînin re bibin piştevan, kesê ku derbeya 15ê temûzê kir bi awayekî herî baş biezimînin li benda dostaniya Tirkiyeyê nemînin, li qisûrê nenêrin."