20 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçiyê ku ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê dike" der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, hat binçavkirin.
Li ser biryara 2yemîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Bakirkoyê bi şev polês hatin Buroya Alîkariya Adlî ya Baroya Diyarbekirê û Elçî binçav kirin. Dema binçavkirinê komeke ku li ber derê buroyê civiyabû binçavkirin protesto kir. Hat ragihandin ku piştî kontrola tenduristiyê Elçî serê sibê bi balafirê dê bişînin Stenbolê.
Ji ber gotinên Tahir Elçî ku di 14yê cotmehê de di kanala CNN Turkê de got: "Her çiqasî hin çalakiyên PKKyê terorî be jî, tevgereke siyasal a çekdar e. PKK tevgereke siyasal e. Daxwazên wî yên siyasal hene û piştgiriyeke mezin li pişt heye." Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê di 16yê cotmehê de dest bi lêpirsînê kir û biryara girtinê da. Li ser vê jî 2yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Bakirkoyê der barê Tahir Elçî de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê dike" biryara girtinê da.