20 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2019
Li Şirnexê ji vir 3 sal berê ji ber êrîşên terorîstan xaniyê hin welatiyan hilşiyan û xiran bûn, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo welatiyan 5 hezar û 716 avahî ava kirin û ji wan 3 hezar û 746 heb hatin temamkirin, 304 xanî jî teslmî xwediyên wan kirin.
Li taxên Baxçelîevler, Yeşîlyurt, Yenî, Cumhuriyet, Aydinlikevler, Îsmet Paşa û Xazî paşayê terorîstan ji vir 3 sal berê hendek vedan û paşê êrîş derketin û xaniyên welatiyan di êrîşan da zirar dîtin. Ji bo welatiyan ji mexdûriyetê xilas bikin û hewcedariya welatiyan bibînin Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê xebat dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da dest bi avakirina 5 hezar û 716 xaniyan kirin, ji wan 3 hezar û 746 heb hatin temamkirin û 304 xanî teslîmî xwediyên wan kirin.
Malbat di xaniyên bikonfor da bi cî bûn, piştî demeke dirêj zarok jî bi hevalên xwe ra li parkên der û dorê bi dilê xwe dilîzin û roja xwe derbas dikin.
- Welatî menûn in
Şahîn Urperê di xaniyê xwe da bi cî bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li taxa Baxçelîevlerê avahiya wî ya 6 qatî ya 12 dare tê dabûn hebû di êrîşên terorîstan da avahiya wî hilşiya.
Urper bal kişand ku 3 sal berê felakete mezin hat serê bajêr û wiha axivî: "Em mal û taxa xwe bûn. Me gelek tengasî kişandin. Di wê demê da feqîran jî zengînan jî gelek pirsgirêk dîtin."

- "Edî pêvajoya xirab xilas bû"
Urper diyar kir ku bajar nika gihîştiye hizûr û ewlehiyê, di peşka meha çûyî hat kişandin da jê ra xanî derket û barî xaniyê xwe kir.
Urper got bi malbata xwe ra li mala xwe ya teze kêfa hizûr û ewlehiyê derdixin û wiha pê da çû:
"Êdî rojên reş xilas bûn. Di aramiyê da bi jin zarok û cînarên xwe ra kêfa malên xwe yên teze derdixin. Em bi cînarên xwe yên berê ra dîsa hatin heman taxê û kêfxweş in. Em ji halê xwe menûn in û kefxweş in. Xwedê ji dewleta me razî be. Xaniyên me gelekî xweş in. Ji bo pêşeroja zaroên me teslîmkirna xaniyan gelekî girîng bû. Em beriya vê bêçare bûn. Me digot 'gelo xaniyê kînga werin teslîmkirinî ji me ra deyn derkeve an na?' Em di kirê da pêrîşan bûn. Nika li mala xwe bi rihetî dijîn. Em ji kesên keda wan tevlî vê bûn ra sipas dikin."

- "Xaniyên me gelekî rind in, Xwedê kêmsiya dewleta me nîşan nede"
Haci Ozcanê bavê 6 zarokan ê li taxa Baxçelîevlerê rûdinê jî got 3 sal berê avahiya wî ya 3 qatî ya bi baxçe di êrîşên terorê da xirab bû, dewletê ji wan ra xanî çêkir.
Ozcan diyar kir ku ji ber terorê gelek tengasî kişandin û wiha got: "Xaniyên me gelekî rind in, Xwedê kêmsiya dewleta me nede. Xwedê ji sebeban razî be."
Ozcan wiha pê da çû:"Hevalên rayedar ji bo temakirina kêmasiyan gelekî dixebitin. Daxwaza me ew e ku hê zivistan nehatiye bira xaza siruştî bikişînin malan. Xaniyên me fireh in, me ecibandin. Em di vê avahiyê da bi polês û eskeran ra bi biratî dijîn. Memleketemê gelekî xweş e. Em libenda hemû karmendan e ku bira werin memleketê me."