29 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ANKARA
Serokê Enstîtuya Fikrên Stratejîk (EFS) Prof. Dr. Bîrol Akgun diyar kir ku Sûriye ber bi welatê ku terorê îxracî çar aliyê dinyayê dike ve diçe û wiha got: "Rêxistinên terorê bi qasî ku di destê wan de tuneye teqemeniyan bikar tînin. Amûrên taybet ên wiha encax di destê dewlet û rêxistinên îstixbaratê de hebin. Ji kê derê tên ev? Sûriye, ew der her ku diçe dibe wek qula mozeqirtikê û terorê îxracî çar aliyê dinyayê dike."
Akgun der heqê agirbesta wê li Sûriyeyê bê sepandin û rûdanên li wê derê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir şervanên ku diçin li eniya DAEŞ, YPG û yan jî rejima Esed şer dikin bi tenê xwediyê baweriyekê nîn in û wiha pê de çû: "Sekuler, laîk marksîst her fikr û raman li wê derê hene. Em pir zêde li ser van mijara nasekinin lê di vî warî de Sûriye bû wek kapma perwerdehî û îdmanê ya rêxistinên terorê. Di heman demê de bû cebilxaneya hemû teqemeniyan."
Serokê Enstîtuya Fikrên Stratejîk EFSê Akgun ragihand ku rêxistinên terorê ew teqemeniyên ku bikar tînin ne xwedî ne lê peyda dikin û wiha got: "Amûrên taybet yên wiha encax di destê dewlet û rêxistinên îstixbaratê de hebin. Ji kê derê tên ev? Sûriye, ew der her ku diçe dibe wek qula mozeqirtikê û terorê îxracî çar aliyê dinyayê dike. Qeyrana Sûriyeyê di 5 salên dawîn de bû sergoyê hemû xerabî û rêxistinên terorê. Ew rêxistinên ku berê li Geliyê Bekayê dihatin perwerdekirin niha hemû li Sûriyeyê ne.""
Akgun got ku PKKya rêxistina terorê ji bazarên wiha îstifade dike û ew derfetên cebilxaneyên ku beriya Sûriyeyê bidest nexistibû li vê derê bû xwediyê hemûyan û bikaranîna wan hîn bû.
- "PKKê bi tena serê xwe nekiriye"
Der barê teqîna li Enqereyê de jî Prof. Dr. Akgun diyar kir ku êrîşeke wiha bi tena serê PKKê nayê lidar xistin û got: "hûnê li navenda Enqereyê saeta derketina wan hemû servîsan bizanibin, du wesayîtên wek hev bibînin, plakeyê bigûherînin, hûnê van tiştan organîze bikin û li navenda Enqereyê biteqînin. Ji bo vê kirinê aqil û îstixbarat lazime. Ev rewş jî nîşan dide ku îxtimalê ji derveyê welêt têkilî hebin. Lê di destê me de tu delîl tuneye. Dema meriv li kirin û tesîra vê bûyerê dinihêre dibîne ku PKK û yan jî PYD ji bo vê kirinê xwediyê wê derfetê nîn in. ji bo vê aqlê îstixbaratî û agahî hewce dike."