ÎSTANBÛL
Li Taksîma Stenbolê di avahiyekî de teqîn çêbû. Hat diyarkirin ku di teqînê de hin kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li Hevraza Kazanciyê di avahiyekî de ji ber sedemeke nediyar teqîn çêbû. Piştî teqînê tîmên agirkuj û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hin kesên ku di bûyerê de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li der û dorê, hin birîndar jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.
Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu diyar kir ku li Hevrazê Kazanciyê di qata ewil a avahiyekî de teqîn çêbû û wiha got: "Li gor rewşa ewil teqîn ji ber gaza sirûştî û tûpê çêbûye."
Şaredarê Beyoglûyê Ahmet Mîsbah Demircan jî piştî teqînê hat cihê bûyerê û daxuyanî da.
Demircan ragihand ku kesên di teqînê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê.
Demîrcan piştî teqînê hat cihê bûyerê, daxuyanî da û wiha axivî: "Di dikanekê de, bi îhtîmaleke mezin di galeriya hunerê de ji ber gaza sîruştî teqîn çêbû. Ev bûyer, bûyereke terorê nîne. Ji bilî avahiya kuteqîn tê de çêbû, di 6-7 avahiyan de jî xisar çêbû. Li gorî agahiyên ku gihaştin me, di teqînê de 4 kes birîndar bûn û ev herçar kes rakirin nexweşxaneyê. Ji bo me hemûyan derbasî be."
Polês li cihê bûyerê xebatên ewlekariyê didomîne.