28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
BIDLÎS / HEKKARÎ
Êrîşên terorê yên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê, welatiyên ku bi çandiniyê û ajeldariyê ve mijûl in mexdûr kirin.
Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê, nêzîkî hezar ton fasoliyaya ku di 5 hezar donim erdî da tê çandin, ji ber ku kiryar bi sedema ewlekariyê nikarin bên herêmê, yan di enbaran da man û yan jî nehatin çinîn.
Alaattin Ulugê Serokê Odeya Çandiniyê ya Adilcewazê ji nûçegihanê AAyê ra got, "Nêzîkî hezar ton fasoliye ji ber bûyerên terorê di stûyê cotkaran da ma û ji xwe beşek jî hê jî nehatiye çinîn."
Ulug destnîşan kir ku kiryar ji tirsa ku wê wesayitên wan bên şewitandin nayên herêmê û got, "Cotkarên me mexdûr bûn. Em hêvîdar in rayedar bibin alîkarê cotkaran û dema sitendina deynên wan li paş bixin. Di navçeya me da, ji 5 hezar donim erdî nêzîkî hezar ton berhem hat bidestxistin.
Hekkarî
Cotkarên Hekkariyê jî ji ber ku bi sedema bûyerên terorê, nikarin berhemên xwe bifiroşin û nikarin ajelên xwe bi dilrehetî li çêregehan biçêrînin xembar in.
Cotkarekî bi navê Şenol Demîr anî ziman ku zadên xwe dibin dervayê navçeyê difiroşin û got, "Ji ber bûyeran îsal me nekarî zadên xwe derxin dervayê navçeyê."
Bahattin Arslanê ajeldar jî destnîşan kir ku îsal ji ber bûyeran, di dema çêrandina ajelan da dilê wan ne rehet e û got, "Ajeldarî hatiye radeya xilasbûnê, bi pêvajoya aştiyê ra zozan xweş bibûn û qedexe nemabûn, lê îsal em ne rehet in û em ditirsin. Înşellah ê dîsa ew rojên aram vegerin."