13 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
Li Sûra navçeya navend a ser Diyarbekirê, di operayona dijî terorê de, dêr û mizgeftên ku rêxistinê ew wekî "baregeh" bikardianiya ji terorîstan hatin paqijkirin.
Operasyona ku 4 roj berê li navçeya navend a Sûrê ji bo qefaltina endamên PKKya rêxistina terorê, sergirtina xendekên ku hatin vedan, rakirina berîqatan, desteserkirina çek û cebilxaneyên rêxistinê dabû destpêkirin dewam dike.
Di çarçoveya operayona ku Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr koordîne kir de 2 hezar û 816 hêzên ewlehiyê hatin wezîfedarkirin, herwiha operasyon dewam dike.
Di çarçoveya operasyonê de li navçeyê qedexeya derketina derva hat îlankirin, gelek avahî û karxaneyên ku terorîstan ew bikardianiyan hatin desteserkirin.
-Di mizgefta dîrokî de xisar çêbû
Di operasyonan de, hat tespîtkirin ku terorîstan Mizgefta Kûrşûnlûyê ya li Taxa Fatîhpaşayê ku ji serdema Osmaniyan ma, wekî baregeh bikaraniye.
Hat xuyakirin ku terorîstan ji bo telîma guleberdanê deriyê mizgefta qedîm bikaraniye û dîwarên mizgeftê texrîb kirine.
-Dêr wekî baregeh bi kar anîn
Terorîstan Dêra Ermeniyên Katolîk a Diyarbekirê jî di nav de hin dêrên suryanî û ermeniyan jî wekî baregeh bikaraniye û ev mekanên dîrokî rûxandine.
Hat tespîtkirin ku endamên rêxistinê deriyê darîn ê dêrê şikandiye, panoya ceyranê jî ji cihê wê rakiriye.