28 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
KAYSERÎ
Li dijî rêxistinên terorê yên ku êrîşî aşitî û aramiya Tirkiyeyê dikin operasyon pêk hatin; ji 22yê Tîrmeha 2015an vir da 4 hezar û 432 terorîstên ku piraniya wan PKKyî ne hatin kuştin.
Piştî ku di tîrmehê da KCKyê daxuyanî da û got, "bendav û wesayîtên ku di avakirina bendavan da tên emilandin dê bibin hedef" û şûnda rêxistina terorê PKK û baskê wê yê ciwanan YDG-H, rêxistinên terorê DAEŞ, DHKP-C û MLKP li seranserê welat çalakiyên xwe yên ku êrîşî aşitî û aramiya Tirkiyeyê dikin, didomînin.
Li gorî zanyariyên ku peyamnerê AAyê berhev kir, di 265 rojên êrîşên terorê yên ku di navbera 7ê Tîrmeha 2015an û 27ê Adara 2016an da qewimîn da 139 jê polês, 232 jê leşker û 6 jê korucuyên demkî yên gundan bi tevahî 377 hêzên ewlekariyê şehîd ketin. Hêzên ewlekariyê yên ku şehîd ketin jê 36 heb er in, 196 leşkerên birutbe ne ku piraniya wan çawişên pispor in, 2 jê midûrê şaxa emniyetê, 1 jê amîrê emniyetê, 1 jê serkomîser, 2 jê komîser, 7 jê alîkarê komîser û 126 jî jê polês in.
Di êrîşan da tevî Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî 285 sivîl mirin. Di nava sivîlên ku mirin da 11 zarok, 11 welatiyên Almanyayê, 3 welatiyên Îsraîlê, 2 welatiyên Îranê û welatiyekî Filîstînê hene. Di êrîşên terorê da tevî hêzên ewlekariyê, biyanî û peyamnerekî Anadolu Agencyê hezar û 897 kes birîndar bûn.
- Operasyonên dijî PKKyê
Di operasyonên hêzên ewlekariyê yên ku li dijî PKK/PYDyê li hundir û dervayê welat pêk hatin da 29 jê PYDyî 2 hezar û 376 terorîst hatin kuştin. Ji xeynî vê digel hemleyên asîmanî û bejayî bi guleyên tank û topan va jî zayîateke mezin dan mensûbên rêxistina terorê.
Di 265 rojên dawîn da di pevçûnên nava welat da jî hezar û 838 terorîstên PKKyî hatin kuştin, 89 jê birîndar 458 terorîst jî hatin qefaltin.
Herwisa 200 jê li Sûriye û Iraqê, 7 jê li Diyarbekirê, 5 jê li Gazîentabê, 1 jê li Kilîsê bi tevahî 213 endamên rêxistina terorê DAEŞê hatin kuştin û li Stenbolê 2 endamên MLKPyê û 3 endamên DHKP-Cyê jî hatin kuştin.
Di vê pêvajoyê da 298 wesayîtên ku piraniya wan tir in hatin şewitandin.
Di operasyonên ku li gelek bajaran bi piranî li dijî rêxistina terorê PKK û baskê wê yê ciwanan YDG-Hyê pêk hatin da 10 hezar û 326 kes hatin binçavkirin, ji van 3 hezar û 387 kes hatin girtin.