10 Nîsan 2020•Rojanekirin: 11 Nîsan 2020
Li Vartoya navçeya Mûşê hêzên ewlekariyê wesayîtek dan sekinadin û di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstê di wesayîtê da pevçûn derket, Mahmut Okayê di kategoriya tûtik da birîndar hat girtin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên navxweyî da li Vartoya navçeya Mûşê cendirmeyan li ser şikê wesayîtek dan sekinandin.
Kesên di wesayîtê da gule agir kirin li ser vê pevçûn derket û di encama pevçûnê da Mahmut Okayê bi navê "Hayrî Mava" tê zanîn ê di lîsteya tûtik a terorîstên lê digerin da cî digre û ji bo wî milyonek xelat hatiye danîn birîndar hat girtin. Tê zanîn ku Okay qaşo berpirsyarê hêza eyaleta Erziromê ya PKKya rêxistina terorê ye.
Kesekê alîkarî da terorîst jî sax hat girtin.