07 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2021
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand terorîstekî PKKyî yê ku hat qanîkirin teslîm bû.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin di sala nû da jî qanîkirina terorîstan û teslîmbûyîna wan dewam dike, di sala 2021ê da teslîmbûna ewil a bi rêya qanîkirinê pêk hat.
Hat daxuyandin tîmên Midûriya Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmayan ên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî terorîstekî ji rêxistinê reviya qanî kirin û ew teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin terorîstê teslîmbûyî di 2014an da beşdarî PKKyê bûye û li Sûriyeyê çalakî kiriye.