Haydar Şahin
07 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2021
Li Darendeya navçeya Meletiyê li dora Şirşirnega Gurpinarê mij ket erdê û qirayî ket ser dar û nebatan bi vê dîmenên xweşik derketin holê.
Şirşirnega Gurpinarê ya bi tebîeta xwe ya bêhempa û geliyê xwe va wekî parka tebîetê ya 243yan a Tirkiyeyê hat îlankirin ji ziyaretvanan neleqeyê dibîne û bi dîmenên bêhempa va wan şaş û metel dihêle.
Şirşirnega li dawiya zinarên li bintara Geliyê Gurpinarê cî digre di çar demsalan da jî bi xweşikahiyên cuda dixemile, van deman bi mij, qirayî û pukê va dîmenên gelek xweşik li şirşirnegê tên dîtin.
Qirayiya bi mijê ra ket ser dar û beran li dora şirşirnegê dîmenên balkêş derxistin holê