01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
MUŞ
Hevseroka berê ya Navçeya Bulanikê ya DBPyê Zeynep Topçu ku ji ber ragihandina qaşo "xweserî" ya li Bulanika navçeya Mûşê lê digeriyan, li Stenbolê bi nasnameyeke qelb va hat girtin. Topçu bi destê dadgehê şandin girtîxaneyê.
Li gorî agahiyê, di çarçoveya xebatên ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Mûş û Stenbolê da hat kifşkirin ku Topçu li Stenbolê ye.
Operasyon birin ser adresa kifşkirî û li vir Topçu bi nasnameyeke qelb va hat girtin.
Berşik bi destê dadgeha li Stenbolê va ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" hat girtin.
Di vê navberê da eşkere bû ku xwîşka Topçuyê, Ayşe Topçu di kadroya PKKyê ya çiyê da fealiyet meşand, di operasyona dijî qaşo "pakrewangeh" a mensûbên PKKyê ya li goma Kulana li ser Vartoyê ya di 16ê Îlona 2015an da hat qefaltin, xwîşka wê ya din Şeyma Topçu jî hê di nava kadroya rêxistina terorê ya çiyê da cî digire.