Gökhan Yılmaz
29 Hezîran 2025•Rojanekirin: 30 Hezîran 2025
Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) ragihand ku dê roja duşemê dîsa dest bi seferên Îranê yên ku navber dabûnê bikin.
Bîlal Ekşiyê Midûrê Giştî yê THYyê di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê çapemeniya civakî da got ku "Em 30yê Hezîranê roja duşemê seferên xwe yên Îran-Meşhedê dîsa didin destpêkirin."