Kenan Irtak
04 Hezîran 2025•Rojanekirin: 05 Hezîran 2025
Rêhewayên Tirk (THY) daxuyand di Eyda Qurbanê da ew plan dike ku ji bilî seferên xwe yên heyî, 378 seferên din jî li dar bixe.
Mişawirê Çapemeniyê yê THYê Yahya Ustun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Ustun wiha got: "Wek Rêhewayên Tirk ji bo pêkanîna daxwazên zêde yên ku ji ber Eyda Qurbanê çêbûne, heta 10ê Hezîranê 378 seferên din ên zêde hatin plankirin."
Ustun ji bo hemû rêwiyan rêwîtiyeke baş hêvî kir.