Veysel Canê ji personelên Serkonsolosxaneya Mûsilê yê ku tevî personelên din ji hêla DÎŞIyê hat dîlgirtin û 101 roj bi şun de hat xelaskirin, ji ber nûçeyên ku der barê wî de derketin aciz dibe.
Canê ku li Şahînbeya navçeya Entabê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku DÎŞIyê tim ciyê me diguherand û me baweriya xwe bi dewleta xwe anî û berxwe da û wiha axivî: "Em bi operasyoneke mezin a MÎTê hatin xelaskirin. Em bi polîtîka, hewldan û helwesta serokomar, serokwezîr, wezîrê karên derve û misteşarê MÎTê hatin xelaskirin."
- "Axaftinên me berevajî kirin û weşandin"
Can destnîşan kir ku em ji bo hatin xelaskirin bextewar in. Can li ser nûçe û îdiayên "Ji ber ku agahî nedabûn MÎTê personel 4 seet li benda MÎTê man" de û wiha got: "Piştî ez çûm mala xwe dost û nasên me hatin serda ne û kêfxweşiya min parve kirin. 2 roj bi şun de jî rojnamevanek hat û min deriyê xwe jê re vekir. Xwe bi awayekî din nîşan da û bi min re axivî û paşê jî axaftinên min berevajî kir. Em bi operasyoneke mezin a MÎTê hatin xelaskirin. Ez ji ber van nûçeyan aciz bûm. Dewleta me tim li cem me bû, Xwedê ji serokomar, serokwezîr, wezîrê karên derve û misteşarê MÎTê razî be."