Tirkiye

Tora sîxuriya sîber a navneteweyî bi operasyonê hat têkbirin

Ferdi Türkten  | 13.08.2024 - Rojanekırın : 13.08.2024
Tora sîxuriya sîber a navneteweyî bi operasyonê hat têkbirin

Ankara

Tora sîxuriya sîber ya ku Tirkiye jî di nav da li seranserê dinyayê li gelek welatan agahiyên şexsî yên bi hezaran însanan bi dest dixist, bi kordînasyona Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) va hat têkbirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê mijarê da lêpirsîn da destpêkirin.

Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Navenda Midaxeleyê ya Dijî Bûyerên Sîber ya Neteweyî (USOM) bi pêşîkêşiya MÎTê li dijî şebekeya sîxuriya sîber operasyoneke hevpar kirin.

Di operasyona dijî tora sîxuriya sîber ya ku Tirkiye jî di nav da li seranserê dinyayê agahiyên şexsî yên bi hezaran însanan bi dest dixist, hat têkbirin û 11 şikbar hatin girtin.

Li gor îstixbarata MÎTê, tora sîber agahiyên şexsî rêxistinên terorê jî di nav da bi her kesê ku dixwest ra parve dikir.

11 endamên rêxistinê yên ku di operasyonê da hatin girtin şandin girtîgehê û gelek malperên înternetê jî hatin girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın