16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak daxuyand ku îdiayên dibêjin PKKyê wê di bodrumekî de heps kiriye, ne rast in.
Kişanak di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku nûçeyên dibêjin "PKKyê Kişanak di bodrumekî de heps kir. PKKyê Kişanaka DBPyî poşman kir" û wiha axivî: "Îdiayên der barê şexsê min de bi giştî derew in. Li Sûrê pevçûn heye, derketina derve qedexeye û tu kes nikare here wir. Ez jî neçûm û ji xwe nikarim herim jî. Tu kesî ez tehdît nekirim û ez heps nekirim."
Hatibû îdiakirin ku Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak li navçeya Sûrê ya ku lê li hember endamên rêxistina terorê operasyon çêdibin ji endamên rêxistinê re gotiye ku bila dev ji pevçûnan berdin û canê xwe xilas bikin. Li ser vê endamên rêxistinê qasî 6 saetan ew rehîn girtine û bi kuştinê tehdît kirine.