16 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê welatî li ser Gola Bendavê ya Zernekê ku rûyê wê qerimî ye, masiyan digrin û paşê li ser mangalê dipêjin û dixwin.
Gola Bendavê ya Zernekê 105 milyon mêtrekup avê hildide û ji ber sermayê rûyê wê qerimî ye. Havînan li ser vê golê alabalik jî tên xwedîkirin. Ji ber ku rûyê golê qerimî ye, qayîkên li ser golê jî asê mane.
Hin welatî jî vê rewşê wek firsend dibîbin û tên li ser golê ji xwe ra masiyan digrin. Welatiyan anîne rûyê golê qul kirine û tê da sazan û alabalikan digrin, paşê li ser mangalê dipêjin û dixwin.
Sînan Arvas jî li ser golê masiyan digre û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gol her sal diqerime. Arvas diyar kir, dema ku gol diqerime girtina masiyan dibe zewqekê û wiha dewam kir: "Em serê sibê hatin me bûz şikênand û tûrên xwe avêt avê. Lê me vê carê bi tê ra xwe negirt, tenê çend masî ketin tûra me. Me li ser golê, li ser bûzê mangala xwe vêxist û masiyên xwe pêjand û xwar."
Ercan Erdogan jî got ku ew ji bo girtina masiyan ji navenda bajêr tên ser golê û diyar kir gera li ser bûzê wan bitirsîne jî dem bi kêf û xweş derbas dibe.