17 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
MARDÎN
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê teqînek çêbû û di teqînê da 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di qatê binî yê Pasaja Oz Muhaciroglu da teqîneke ku hê sedema wê nayê zanîn çêbû.
Di teqînê da 4 kes birîndar ketin, birîndar bi destê ekîbên Serwêsa Ecele ya 112ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran di asteke xetenak da nîne.
Ekîbên polêsan lêkolînên li dewsa bûyerê qedandin û li ser sedema teqînê lêkolînan dikin.