KAYSERÎ
Weqfa Alîkariya Însanî ÎHH li zarokên ku dê û bavên wan di şer de mirin, ji welatê xwe mecbûr man ku koç bikin û sêwî man, xwedî derdikeve.
Alîkarê Midûrê Giştî yê ÎHHyê Yavûz Dede daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku di nav de Tirkiye jî li 45 welatan nêzî 40 wargehên zarokan ava kirin, li 46 hezar zarokên sêwî xwedî derketin.
- Mehane ji bo sêwiyekî 90 lîre tê xerckirin
Dede destnîşan kir ku li herêmên ku lê şer dewam dike bi hezaran zarokên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, hene. Dede got ku bi piştevaniya xêrxwazan li 40 welatî ji bo zarokan wargeh çêkirin, di wargehekê de 30-400 kes dikarin bimînin û mesrefa wargehekê jî nêzî 250-300 hezar dolarî ye.