ANKARA
Prof. Dr. Mistefa Muslim: "Dewletên mezin heger gihîştin armancên xwe wê cardin dev ji kurdan berdin. Divê kurd ji dîroka xwe dersê bigirin û pişta xwe nedin dewletên mezin."
Prof. Dr. Mistefa Muslimê birayê Hevserokê PYDyê Salih Muslim der barê rewşa kurdan da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
"Heger gihîştin armancên xwe wê cardin dev ji kurdan berdin"
Mistefa Muslim der barê rewşa kurdan da destnîşan kir ku divê kurd ji dîroka xwe dersê bigirin û pişta xwe nedin dewletên mezin û wiha xeberda: "Îro dîrok cardin xwe dubare dike. Rûsya û Amerîka piştgiriyê didin kurmancan, bi taybetî jî piştgiriyê didin yên li Sûriyeyê. Lewra qesd û mesleheta wan tê da heye. Li vê herêmê tenê Tirkiye li hemberî wan derdikeve. Dibêjin em dikarin bi saya ereb û kurmancan pişta wan bişkînin. Em bi saya kurmancên Sûriyeyê li Tirkiyeyê bixin. Heger gihîştin armancên xwe wê cardin dev ji kurdan berdin. Divê kurd ji dîroka xwe dersê bigirin û pişta xwe nedin dewletên mezin. Di vir da ez dibêjim divê kurd li dewletên ku lê ne, dest bidin misilmanên ku li wê dewletê hene. Divê li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê bi misilmanan ra hereket bikin. Misilmanên ku heqê kurdan nas dikin û qebûl dikin. Misilmanên ku dibêjin hiqûqê siyasî û çandî yên kurdan hene. Lewra misilmanên wiha ji Xwedê ditirsin."
"Kurd ji hev perçe kirin"
Muslim diyar kir ku kurdan tu wextê nexwestiye zilmê li kesî bikin û wiha got: "Miletê kurd miletekî esîl e, li ser fitratê xwe ye û tu carê kurdan nexwestiye zilmê li kesî bikin. Di çiyayê xwe da bûn, di erda xwe da bûn û di parêza namûs û heyata xwe da bûn. Lê tehemmûla wan ji bo zilmê tuneye. Dema em li tarîxa Şerefnameya Bedlîsî, qebîle û eşîrên kurdan dinihêrin û dixwînin, dibînin tehemmûla wan a ji bo zilmê tuneye."
"Kurd bi dînê xwe serbilind in"
Mistefa Muslim destnîşan kir ku dewletên dinyayê bi zanatî kurd ji hev perçe kirin û wiha peyivî: "Ev sed sal e, piştî peymana Sykes-Picotê, piştî herba alemî ya yekem, wexta dewleta Osmanî zeîf bû, Almanya, Fransa û Brîtanyayê xwestin ku milletên di nav Osmanî da serî rakin. Her miletek serî rake û hikûmetên xwe ava bikin. Beriya 1900î ji dewleta Osmanî ra digotin 'merivê newxeş', yanê merivê ku li ber mirinê ye. Yanê ax, mîrat û erdê wê parve bikin. Ewropa wilo difikirî ku axa dewleta Osmanî parve bike. Hemû gel û milet bi vî awayî tên dabeşkirin. Ji bo miletê kurd jî dibêjin miletek heye ku erd, edet û zimanê wan ê ku pê dimeşin yek e, li ser dîn û baweriya xwe ne ku exlaqê wan xera nebûye û tiştên nebaş neketiye nav wan û bi dînê xwe serbilind in. Dibêjin heger ev milet wilo bimîne ne dûr e ku rojekê wekî Selaheddîn kesek ji nav wan derkeve û ji bo Ewropayê bibe talûke û xetere. Loma jî kurd ji hev perçe kirin ku Kurdistan nebe dewlet û kirin pênc perçe.
"Ewropa heyfa Selaheddîn ji kurmancan distîne"
Muslim di xeberdana xwe da diyar kir ku Ewropa heyfa Selaheddîn ji kurdan distîne û wiha axivî: "Kurd kirin pênc perçe ku ev milet wilo bimîne û di nav xwe da tifaqê çêneke û ji Ewropayê ra nebe talûke û xetere. Wek mayîn fikrek heye ku Ewropa heyfa Selaheddîn ji kurmancan distîne. Fikrek din jî ew e ku heyfê ji milletê amazîx distînin ji ber Tariq bin Ziyadê ku Îspanya kiriye Endulus. Ew jî ji ber ku ji qebîleya amazîxan e. Heta niha ji vê qebîleyê ra tu dewletek çênebûye ku hejmara wan 20-30 milyon e. Ji Lîbya, Cezayir û heta Mexrîbê nîvê van dewletan amazîx in. Kurd yek, amazîx du ye ku Ewropa heyfê ji wan distîne."
"Hêzên biyanî yên ku dest didin kurdan tenê menfeet û berjewendiyên xwe difikirin"
Muslim destnîşan kir ku hêzên biyanî yên ku dest didin kurdan tenê menfeet û berjewendiyên xwe difikirin û wiha xeberda: "Cardin dibêjim, bi taybetî hêzên biyanî yên Rojavayî ku dest didin kurdan tenê menfeet û berjewendiyên xwe difikirin. Piştî ku gihîştin armancên xwe wê dev ji kurdan berdin û kurd dîsa di halê xwe da bimînin. Di 1920an da li bajarê Silêmaniyê piştgiriya Şêx Mehmûdê Hefîd dikin, piştî ku gihîştin armancên xwe nefî kirin û kuştin. Qadî Mihemmed li Mehabadê di sala 1946an da bi alîkariya Rûsya dewlet ava kir, salek ma û meslehetên Rûsya guherîn û îcar piştevaniya Şahê Îranê kirin. Qadî Mihemmed teslîm bû, Mistefa Barzanî digel desteyek pêşmergeyê xwe derbasî Rûsyayê bû lê Qadî Mihemmed û hevalên wî hatin dardakirin. Divê meriv tu wextê pişta xwe nede dewletên ku meslehet û berjewendiyên xwe difikirin. Ji sala 1965an heya 1975an Mele Mistefa Barzanî û Sedam dikevin ber hev û kes nizane ku wê rewş çi bibe. Peyra Şahê Îranê dest dide Sedam û Sedam, Şet'ul Erebê dide Şahê Îranê, di sala 1975an da Peymana Cezaîrê îmza dikin."
Mistefa Muslim diyar kir ku ew nabêje bila kurd digel hikûmetên dewletên ku lê ne tevbigerin û wiha got: "Carekê hevpeyvînek kirin û gotin ku Mistefa Muslim dibêje bila kurd bi hikûmetên dewletên ku lê ne ra tevbigerin. Ez wilo nabêjim, ez dibêjim bila kurd bi misilmanên ku li wê dewletê hene ra tevbigerin. Ez naxwazim gotinên min bên tehrîfkirin."
"Divê kurd dev ji herfên erebî bernedin"
Muslim der barê mijara emilandina alfabeya erebî û latînî da wiha xeberda: "Divê kurd dev ji herfên erebî bernedin. Kurdan di tarîxê da ji bo Îslamê û di warê edebiyatê da gelek ked dane û xebitîne. Heger dev jê berdin û latînî derkeve pêş wê meneya vê tarîxê nemîne û em ê tevî ji bîr bikin. Li gelek dewletan herfên erebî hene. Çima em dev ji tarîxa xwe berdin û elfûbêya latînî li ser kurdan ferz bikin. Dema ku tirkan dev ji herfên erebî berdan û dest bi ya latînî kirin qesda wan ew bû ku ji dînê Îslamê dûr bixin. Dema Quran di malekê da didîtin dişewitandin. Em jî rabin û wekî wan bikin, nabe. Li Kurdistana Iraqê ji dibistanê bigre heya zankoyê, heya master û doktorayê bi herfên erebî dixwînin û dinivîsin. Divê em xwe ji herfên erebî û Quranê dûr nexin û bi pey kesên laîk û bê dîn nekevin."
"Lazim e kurd vegerin ser edet û exlaqê xwe"
Mistefa Muslim ji bo ciwanên kurd jî wiha got: "Divê ciwanên kurd xwedî fikr û ramanekê bin û di bin tesîra televizyon û filan û bêvan da nemînin. Di vir da wezîfeya mezin dikeve ser milên melayên kurd. Lazim e kurd vegerin ser adet û exlaqê xwe. Divê ciwanên kurd bi tiştên di televizyonan da nexapin. Esaletek di fikr û ramanê da hebe û tesîrê li civakê bike."
Muslim destnîşan kir ku divê meriv miletê xwe ji bîr neke û tiştên baş nîşan bide û wiha got: "Dev ji rastî û heqiyê bernedin, mesleheta we tê da be jî divê hûn xeberên derew belav nekin. Miletê xwe ji bîr nekin û tiştên baş nîşanî miletê xwe bidin. Di rêya rastiyê da neşriyatê bikin. Tişta baş çi be wê pêşkêşî gel bikin. Tesîra xeberan zêde ye û divê meriv li ser rastî û heqiyê bike."
news_share_descriptionsubscription_contact
