Furkan Abdula
09 Mijdar 2021•Rojanekirin: 10 Mijdar 2021
Weşana Makedonî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku di çarçoveya vîzyona sala 100emîn da di 9ê Mijdara 2015an dest bi weşanê kiribû 6 salê xwe temam kir.
Beşa Makedonî navenda weşana xwe li Uskupa paytextê Makedonyaya Bakur vekir û li wir bi weşana Makedonî ra ev 6 sal e weşana xwe didomîne.
Beşa Makedonî ji roja vebûye heta niha ji Balkanan, Tirkiye û çar aliyê dinyayê 77 hezar û 741 nûçe, 25 hezar û 565 wêne û 16 hezar û 938 jî dîmen weşand û di vê heyamê da ew him li welêt û him jî li herêmê bû yek ji çavkaniyên herî girîng ên nûçeyan.
Edîtoriya Nûçeyên Makedonî ji bilî nûçeyan, wêne, dîmen û grafîkan jî pêşkêşî abone û xwînerên xwe dike.
AA digel zimanê Tirkî, bi zimanê Îngilizî, Erebî, Fransî, Boşnakî-Xirvatî-Sirpî (BHS), Rûsî, Kurdî (Kurmancî-Soranî), Albanî, Makedonî, Farisî, Endonezî û Spanyolî jî weşanê dike.