Abdullah Tel
19 Sibat 2016•Rojanekirin: 20 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Li Dîcleya navçeya Diyarbekirê di wesayîta ku 2 terorîstan li nêzî cihê kontrola cendermeyan jê gule berî eskeran dan û reviyan de nêzî 500 kîlo teqemenî hat qefaltin û ji hêla pisporan ve hat îmhakirin.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û diyar kir ku Fermandariya Cendermeyan a Bajêr ji ber bûyerên terorî yên ku di demên dawîn diqewimin de xebatên lêgerînê û kontrola li ser rêya zêde kirin.
Hat gotin ku di dema ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Dîcleyê rê kontrol dikirin wesayîteke ji aliyê Dicleyê ve dihat texma Taxa Yokuşluyê 200 metre ji cihê kontrolê dûr sekinî û 2 kesên jê peya bûn gule berî hêzên ewlehiyê dan. Li ser bersiva hêzên ewlehiyê şer derket û herdu gumanbaran erebe hiştin û ber bi daristanê ve reviyan.
Piştî bûyerê wesayîteke li pêş û yeke li paş a ku ji bo wesayîta tijî teqemenî rêbertî dikirin jî hatin sekinandin û 2 gumanbarên di wesayîtan de bûn jî hatin binçavkirin.
Di daxuyaiyê de hat diyarkirin ku ji hundirê wesayîtê nêzî 500 kîlo teqemeniya bidestçêkirî hat tespîtkirin, ew mekanîzmaya teqemeniyê ji wesayîtê hat derxistin û ji hêla pisporên ewlehiyê ve hat îmhakirin.
Hat gortin ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan ew operasyonên ku li dijî rêxistina terorê dest pê kirine wê bênavber bidomin.