Eşber Ayaydın,Yasin Dikme
28 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag ji bo tûra duyem a Hilbijartina Serokomariyê dengê xwe da.
Bozdag digel Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Zeynel Abidin Beyazgul û Serokê AK Partiyê yê Parêzgeha Şanliurfayê Ali Îhsan Delioglu çû Dibistana Seretayî ya Rasime Polat a Komeleya Dayikên Tirk.
Bozdag li dibistanê raya xwe avêt sandoqa nimro 2102 û dema ji dibistanê derket, li derva daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew hêvî dike, hilbijartin ji bo hemû welat bi xêr be.
Bozdag diyar kir ku wî dengê xwe da û wiha axivî:
"Di tûra duyem a hilbijartina serokomariyê da min dengê xwe ji bo paşeroja gel û welatê me, ji bo berdewamiya aramî, refah, ewlehî û îstiqrarê emiland. Ez dibêjim bi xêr be. Bi qasî dibînim, li Şanliurfaya me û li çaraliyê welatê me ji wextê hilbijartinê dest pê kiriye û heta niha tu rewşeke neyînî neqewimî û hilbijartin di çarçoveya xweragiriyeke mezin a demokratîk da didome. Pir baş e ku miletê me xwedî li îradeya xwe û demokrasiya xwe derdikeve. Înşelah îro jî dê xwedî li demokrasiyê û îradeya neteweyî û xwedî li sandoqan derkeve."