ÎSTANBUL
Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê (CRT) êrîşa li Diyarbekirê ya ku li dijî nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) hatin kirin, şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya CRTyê de hat diyarkirin êrîşa ku li Diyarbekirê li dijî nûçegihanên AAyê hat kirin û tê de nûçegihanê fotoyê yê AAyê Huseyîn Bagiş hat kêrkirin, nûçegihan Azîz Aslan jî hat derpkirin, eyba demokrasiyê ye.
Di daxuyaniyê de ji bo Bagiş û Aslan şifa xêrê hat xwestin û wiha hat gotin: "Di sala 2014an de ji ber ku tevdîr nayên dîtin û ceza nayên dayîn êrîşên li ser rojnamevanan didomin. Di bûyerên dawîn de li Diyarbekirê kêr li çîpa Bagiş xistin û birîndar kirin. Herwiha Aslan jî hat derbkirin. Em kesên ku êrîşî rojnamevanan kirin û nehiştin ku rojnamevan agahiyê bidin gel, şermezar dikin. Em dixwazin ku cezayên berpirsiyarên vê bûyerê bê dayîn."