05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
VAN
Endamên PKKya rêxistina terorê li ser rêya Ercîş-Bidlîsê wesayît dan sekinandin û agir berî 3 tiran dan.
Li gor agahiyên ku hatin sitandinî komeke terorîstan do bişev li Pireya Orenê ya li ser rêya Ercîş-Bidlîsê rê birîn, gule agir kirin û tir dan sekinandin û agir berî wan dan. Di tiran da amûrên înşaetê hebûn û ekîbên agirkujiyê hetanî destê sibê xebitîn ku agir bitemirînin.
Şewata tiran tam hatibû kontrolkirin ku dîsa agir bi amûrên înşaetê ket û ekîban dîsa midaxele kirin.
Xebatên sarkirina şewatê dewam dikin û tirafîk bi kêmasî dîsa hat vekirin.
Ajokar Kazim Doganê ku wesayîta wî hat şewitandin diyar kir ku barê ku ji Îranê hildabûn dibirin Gazîentabê û wiha axivî: "Em ji Îranê dihatin. Bişev komeke çekdar em li Ercîşê dan sekinandin û ji wesayîtan peya kirin. Paşê agir berî wesayîtan dan. Di wesayîtan da polîmer hebû, şewata ku bişev hatibû temirandin destê sibê dîsa dest pê kir. Ekîban dîsa midaxele kirin."