Lijneya AK Partiyê li gundên Batmanê yên ku êzdiyan xwe sipartê, ji bo tespîtkirina pirsgirêk û hewcehiyên êzdiyan lêkolîn kir.
Lijneya di serokatiya Alîkarê Serokê Teşkîlata AK Partiyê Mehmet Emîn Ekmen de, çû dîtina êzdiyên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn û xwe sipart gundên Batmanê.
Ekmen li gundê Uçkûyûlarê bi êzdiyan re hevdîtin kir û piştî hevdîtinan daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku hejmara êzdiyên li Batmanê gihiştiye 4 hezarî.
Ekmen destnîşan kir ku nêzî 50 hezarî êzdî hatin Tirkiyeyê û piraniya van êzdiyan naxwazin vegerin welatê xwe û wiha berdewam kir: "Ev birayên me ne. Li vir em mecbûr in ku wan bihewînin. Xwedê nede lê dibe ku heman tişt bê serê me jî. Em ê wan bihewînin. Jixwe li Tirkiyeyê niha nêzî milyonekî sûriyeyî hene. Naxwazin vegerin. Em ê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bixebitin."
Ekmen diyar kir ku dê ji bo pirsgirêkên êzdiyan raporekê amade bikin û raporê pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davutoglu bikin.