Hunermend Şehrîbana Kurdî ya ku di salên 1990î de ji ber bandên xwe û stranên kurdî yên ku di mitînga de digot, cezayê hepsê xwar û reviya çû Almanyayê, piştî 21 salan vegeriya Tirkiyeyê û piştgirî da pêvajoya çareseriyê.
Şehrîbana Kurdî piştî vegera Tirkiyeyê li Stadyûma Bajêr a 16 Mayisê ya Batmanê konsera xwe ya ewil da û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
Kurdiyê got ew ji bo pêvajoya çareseriyê kêfxweş in û got him ji ber ku min stranên kurdî got him jî ji ber ku ez sergirtî bûm di salên 1990î de ez rastî neheqiyê hatim.
Şehrîbanê wiha berdewam kir: "Ez jineke bawermend im û bi daxwaza xwe min serê xwe girt. Ez bi gelek astengîyan re rûbirû mam. Lê tu caran nefikirîm ku serê xwe vebikim." Kurdiyê got ku par Şiwan Perwer û Îbrahîm Tatlises li Diyarbekirê konser da û ew hêvî dike ku Perwer beşdarî Newrozê jî bibe.
Kurdiyê got ku di salên 1990î de beşdarî mitînga Partiya Kedê ya Gelan (HEP) bûye, di mitîngê de ji ber ku sitraneke kurdî gotiye hatiye darizandin û wiha berdewam kir:
"Li dozgeriyê ji min re gotin (keça min haya te heye ku tu çi dibêjî? Tu gotinên bi xetere dibêjî lê haya te jê nîne. Hin kesan ev peyv hînî te kirin an tu bi xwe dibêjî?) Min jî got ez bi xwe dibêjim lê bi zanatî nabêjim. Lê min ev bersiv ji bo em bi hêsanî ji dadgehê derbikevin da. Tiştê ku bû sedem ez çûm Almanyayê jî albuma min a ku min 1993yan de çêkir bû. Lewra Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê 15 sal cezayê hepsê dabû min."
-"Ez naxwazim dayik bigrîn"
Kurdiyê bal kişand ser rewşa xwe got ku 15 sal in ku nehatiye Tirkiyeyê û wiha berdewam kir:
"15 salan nehatim Tirkiyeyê. Di encama guherînên dawîn de cezayê min rabû. Ez hêvî dikim ku pêvajoya aştiyê berdewam bike. Ev pêvajo ez kêfxweş kirim. Ez jî dayik im, ji bo ku xwîn êdî neyê rêtin pir bextewar im... Lewra mirov zarokekê bi hêsanî mezin nake. Ji bo vê êdî naxwazim ku dayik bigrîn. Daxwaza min ew e ku ev xwîna ku tê rêtin bisekine. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê berdewam bike. Kî pêvajoya çareseriyê birêve bibe em ê piştgiriyê bidin wî."