17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
ANKARA
Berdevkê Wezîrê Karên Derva Tanju Bilgiç ragihand: "Di hin dezgehên weşanê yên navneteweyî da tê îdiakirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) li ser sînorê Tirkiyê yê başûr gula berdide sivîlên sûriyeyî yên ku ji DAEŞê direvin. Ev îdia ne rast in."
Bîlgîç li ser pirsa vê îdiaya ku di rojnameyekê da jî hat weşandin bersîva nivîskî da.
Bîlgîç wiha got: "Di hin dezgehên weşanê yên navneteweyî da tê îdiakirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiye li ser sînorê me yê başûr gula berdide sivîlên sûriyeyî yên ku ji DAEŞê direvin. Ev îdia ne rast in. Welatê me li nêzî 3 milyon sûriyeyiyên ku ji şer revîn û hatin welatê me xwedî derdikeve. Di nav heftêya borî da li bakurê Sûriyê piştî êrîşên DAEŞê bi hezaran sûriyeyî cardin ji warê xwe bûn. Saziyên alîkariyê yên welatê me ji bo geşedanên vê axiriyê jî tedbîran li her du aliyan hildide ku alîkariyê bide sûriyeyiyan."