Abdullah Tel
08 Mijdar 2019•Rojanekirin: 09 Mijdar 2019
Ajansa Anadoluyê (AA) di sala 2013an da serokatiya Yekîtiya Ajansa Nûçe ya Asya-Pasîfîkê (OANA) dewr kir lê ev cara sêyemîne ku li ser hev wek alîkariya serok tê hilbijartin.
Civîna Lijneya Giştî ya 17mîn a OANAyê li Seul a paytextê Koreya Başûr bi mazûvaniya Ajansa Nûçeyan a Koreya Başûr (YONHAP) hat kirin.
Di civînê da ji 35 welatan nûnerên 44 ajansên nûçeyan ên endamên OANAyê beşdar bûn û li ser navê AAyê jî Wekîlê Serokê Lijneya Rêvebirinê ya AAyê Muhammet Salih Demirkan û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya di civînê da cih girtin.
- Rêveberiya nû ya OANAyê hat hilbijartin
Di civîna lijneya giştî da Ajansa Nûçeyan a Dewleta Azerbeycanê (AZERTEC) serokatiya heyama 2019-2022an a OANAyê dewrî YONHAPê kir û ew ê di sê salên pêş da wezîfeya Sekreteriya Giştî birêva bibe.
Tevlî AAyê AZERTEC, ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê XINHUA û ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS wek alîkarên serokê OANAyê yên heyama 2019-2022an hatin hilbijartin
AA di sala 1978an da bû endamê OANAyê.