GROZNÎ
Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk ê ku ji bo qada nûçegihaniya AAyê firehtir bibe çûbû herêma Kafkasyayê bi xebatkarên çapemeniyê yên înguş û çeçen re hevdîtin kir.
Ozturk çû ziyareta televizyona neteweyî Înguşetyayê. Ozturk li wir Midûreya Giştî yê televizyona Înguşetyayê Madîna Patîyev, Berdevkê Çapemeniyê yê Serokomariyê Şamsudîn Bokov û nûnerên xebatkarên çapemeniyê yên din re hat li bal hev.
Ozturk got ku AA xwedî Akademiya Nûçeyan e û li wir nûçegihanên nifşên nû perwerde dike û wiha dewam kir: "Li Kafkasyayê û hemû komaran daxwaza perwerdeyê ji me hat kirin. Em jî ji bo ku perwerdeyê bidin xebatan bikin."
Midûreya Giştî yê televizyona Înguşetyayê Patîyev jî daxuyand ku ew kêfxweş in ku Ozturk hatiye ziyareta wan û wiha axivî:
"Tirkiye û Înguşetya welatên nêzîk ên hevdu ne. Li Tirkiyeyê dîasporayeke pir mezin heye. Ez pê bawer im ku tevgera AAyê him ji bo dîasporaya me û him jî ji bo pêwendiyên me û Tirkiyeyê dê baş be. Em ji bo hevkariyê amade ne."
Kemal Ozturk li Çeçenistanê jî bi nûnerên çapemeniyê yên herêmî û rojnamevanên cuda yên li wir perwerdeyê dibînin re hat bal hev.