Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk çû herêma Kafkasyayê û li wir rêvebirên medyaya herêmî re hevdîtin kir. Ozturk got ku AA li Kafkasyaya Bakur sînorên xwe yên nûçeyan fireh dike û hewl dide ku herêm di dinyayê de bê naskirin.
Ozturk li Komara Xweser a Çerkez a Karaçayê ya ku girêdayî Rûsyayê bi rêvebirên çapemeniya herêmî re hevdîtin kir û der barê hedefên AAyê yên sala 2020an de agahî da rêvebiran.
Ozturk pesnê çand û kevneşopiya gelê kafkas da, got ku ev çand di dinayê de ji têra xwe nayê nasîn û wiha axivî: "Armanca Anadolu Agencyê ew e ku em li herêma Kafkasyayê şaxa xwe ya nûçeyan firehtir bikin û dengê herêmê bigihînin dinyayê."
- Dê bi koma medyayê KÇRyê ve jî peymanek bê îmzekirin
Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk Alîkarê Serokwezîrê Komara Xweser a Çerkez a Karaçayê Djanîbek Suyunov û Wezîrê Ragihandinê Evgeniy Kratov re jî hevdîtinek kir û der barê xebatên AAyê de agahî da.
Ozturk got ku bi hevkariya Komara Xweser a Çerkez a Karaçayê ve ew ê bi koma medyayê KÇRyê ya ku xwedî televizyon, ajansa nûçeyan û radyoyan e re peymanekê îmze bikin da ku bi hev re bixebitin.
Alîkarê Serokwezîr Djanîbek Suyunov jî daxuyand ku ev hevkarî dê him di qada aboriyê de û him jî di qada nûçegihaniyê de dê bibe sedema pêşveçûnan.