ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan AA ziyaret kir û ji Midûrê Giştî Kemal Ozturk, der barê xebatên saziyê de agahî girt.
Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk li ber saziyê Alîkarê Serokwezîr Akdogan pêşwazî kir.
Akdogan bû mêvanê Maseya Edîtoran ya AAyê û got ku ew xebatên AAyê ji nêz ve teqîb dike.
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got: "Bi taybetî di serdema dawîn a AK Partiyê de û serdema Midûriyeta Giştî ya Kemal Ozturk de guhirandin hatin kirin, ev guherandin ne tenê guherandinên fizîkî bûn. Li AAyê şoreşa hişmendiyê pêk hat."
Akdogan li vir axivî û destnîşan kir ku hemû saziyên bi ragihandin û çapemeniyê re têkildar in, di bin serokatiya wî de ne.
Akdogan got ku di nav van saziyan de pêkanîna kordînasyon, polîtîkaya hevpar a ragihandinê û pêşxistina stratejiya karê dîplomasiya kamuyê karê vê saziyê ye û wiha berdewam kir:
"Di çarçoveya xebatên dîplomasiyê yên kamuyê de êdî dê hemû saziyên kamuyê, hemû yekeyên dewletê ji bo hedefeke hevpar bixebitin û ber bi heman hedefê ve herin. Ji bo vê, dibe ku di pêşerojê de em yek bi yek bi saziyan re mijûl nebin û bifikirin gelo em hemû avahî bibin yek dê bikaribin bi hev re çi bikin. Hemû yekeyên bi ragihandin û çapemeniyê re têkildar dê bi kordînasyoneke cidî, gel hev xebatên xwe bidomînin. Hêvî dikim ku ev pêvajo bi xêr be."
Akdogan bal kişand ser Anadolu Agencyê û got ku AA saziyeke girîng e û wiha berdewam kir: "Ez cara ewil di 1991ê de hatibûm. Serokweziriyê hemû kesên ku di beşa çapemenî û weşanê de bûbûn yekemîn li saziyan digerand. Di nav saziyan de AA jî hebû. Di vê çarçoveyê de em hatin AAyê û em li hemû beşan gerandin."
Akdogan got ku ji wê serdemê heta vê serdemê di AAyê de gelek guherandin çêbûn û wiha berdewam kir: "Bi taybetî di serdema dawîn a AK Partiyê de û serdema Midûriyeta Giştî ya Kemal Ozturk de guhirandin hatin kirin, ev guherandin ne tenê guherandinên fizîkî bûn. Li AAyê şoreşa hişmendiyê pêk hat."
-"Hûn Tirkiyeyê temsîl dikin"
Akdogan ji bo xebatên li derva yên AAyê serkeftin xwest û wiha pê de çû:
"Ew li wir tenê wek wezîfedarên şirketê nînin. Di heman demê de ew nûnerên welatê me ne. Digel nûçegihaniyê mîsyoneke wan a wiha heye."
Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk jî got ku di vê çarçoveyê de xebatkarên wan ên derveyî welat pir dixebitin û wiha berdewam kir: "Bi gotinên we em hêzdartir bûn. Înşaellah li Pekîn, New York, Londrayê jî saziya me dê Tirkiyeyê temsîl bike."
Akdogan bi xebatkarên AAyê yên li ofîsa Baku, Londra, Qahire, Qdus, Diyarbekir û Trabzonê re jî axivî û der barê xebat û rojeva îro de agahî girt.