Orhan Onur Gemici
16 Nîsan 2021•Rojanekirin: 17 Nîsan 2021
Metîn Mutanogluyê Alîkarê Rêveberê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) bû wezîfeya xwe dewrî Yusuf Ozhan kir û Mustafa Ozkayayê Alîkarê Rêveberê Giştî yê Berpirsê ji Karûbarê Îdarî û Darayî yê AAyê bû jî wezîfeya xwe dewrî Oguz Enîs Peru kir.
Merasima wezîfe dewrkirinê li Eywana Maseya Edîtoran a Midûriyeta Giştî ya AAyê hat kirin û tevlî Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî Serdar Karagoz hin rêvebirên AAyê jî beşdarî merasimê bûn.
Karagoz ji ber kar û xebatên heta ku niha li AAyê kirine jî plaketa spasiyê da Mutanoglu û Ozkaya.

Serdar Karagoz di merasimê da axivî û got ku wan wezîfeyê ji Şenol Kazanciyê Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê berê yê AAyê û Alîkarên Midûrên Giştî yên berê Metîn Mutanoglu û Mustafa Ozkaya hildidin û wiha pê da çû: "Em ji cihê ku wan dewr kir wezîfeyê hildidin. Yanî ev saziya ku bi rê ketiye divê em zêdetir tehn bidin ku bikaribe pêşdatir biçe. Em ê pêvajoya ku di çarçoveya stratejiya ajansê têxin qada navneteweyî da dest pê kiriye bidomînin."

- Ozhan û Peru jî spas kirin
Yusuf Ozhanê di şûna Mutanoglu da bû Alîkarê Rêveberê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî ji Mutanoglu ra spas kir û wek diyarî çîçek da.
Mutanoglu jî ji bo dewrkirina wezîfeyê got ku bi xêr û silamet be û ji rêveberiya AAyê ra serfirazî hêvî kir.
Oguz Enîs Peruyê ku di şûna Mustafa Ozkaya da bû Alîkarê Rêveberê Giştî yê Berpirsê ji Karûbarê Îdarî û Darayiyê jî diyar kir ku ew li beşên îdarî û darayî yên Turksat AŞyê da xebitî û wiha domand: "AA malbateke mezin e. Ji min ra wisa tê ku ez ji malbeteke mezin hatim malbateke mezin a din. Ez ji dil û can bawer dikim ku em ê karên baş bikin."
Mustafa Ozkaya jî ji rêveberiya nû ra serfirazî hêvî kir û got: "Ez xwedî wê baweriyê me ku hûnê bi ekîbeke serfiraz ra xebatên serfiraz pêk bînin. Serfiraziya we wê bibe serfiraziya welatê me."