QAHİRE
Nûçegihana AAyê Hîba Zekeriye, piştî ku ji aliyê hezên ewlekariyê yên Misrê ve, li başûrê Qahîreyê, li girtîgeha Tûrayê 8 saetan binçavkirî ma, hat serbestberdan.
Zekeriye, li gel nûçegihanê TRTê Metîn Turan û hin rojnamevanên din û bi qasî hezar Misriyên derbenexwaz li mizgefta El-Fetîhê bi qasî 24 saetan asê mabû.
Piştî ku hêzên ewlekariyê mizgeft xalî kirin, Zekeriye, nûçegihanê TRTê Turan û gelek welatî desteser kiribûn.
Zekeriyeyê, piştî ku hat berdan da zanîn ku pê re 27 jinên din jî hatin berdan.