Sîbsî şandeya AAyê ya ku ji bo vekirina fermî û danasîna weşana AAyê ya fransî hatin Tûnûsê, li navenda partiyê qebûl kir.
Mûdirê Giştî Ozturk, di hevdîtina xwe ya li gel Sîbsî de qala hedefên AAyê kir û der barê weşana wan a fransî ya ku di bin Dîrektoriya Herêma Afrîkayê û ya Rojhilata Navîn de hat vekirin agahî da.
Sîbsî bal kişand li ser pêwendiyên dîrokî ên Tirkiye û Tûnûsê û spasiya AAyê kir ku bi weşana xwe ve têkiliya herdu welatan bihêz dike.
Îşev Ozturkê li gel şandeya bi xwe re dê başdarî merasîzma fermî ya weşana fransî be.
AAyê ji bo weşana fransî li Dakara paytexta Senegalê, li Parîs û Brukselê ofîsên herêmî vekir û her wiha dê li Bûrkîno Faso, Qeraxên Diranê Fîlan, Gîne û Afrîkaya Navîn, Malî, Gabon, Madagaskar û Giravên Komorê bi muxabîr û peyamnerên serbest re bixebite.
AA hêvî dike ku di serî de li Tûnûsê û li welatên ku fransî tê axivîn yên mîna Cezayîr, Fas, Senegal, Nîjer, Fransa û Belçîkayê weşana fransî bike û bi vê weşanê ve jî rûdanên ku li herêmên navborî diqewimin di eynê wextê de bi zimanê tirkî, erebî, îngilizî, rûsî, kurdî û boşnakî ve bigehîne medyaya dinê.