ANKARA
Encamên pêşbaziya "Wêneyên Salê" ya Anadolu Agencyê (AA) eşkere bûn.
Di pêşbaziya wêneyan a AAyê da ji Tirkiye û dinyayê di kategoriyên nûçe û jiyanê da 22 dîmen hebûn û 35 hezar deng hatin dayîn.
Di pêşbaziyê da ku di meha kanûnê da dewam kir, di kategoriya nûçeyê da wêneyê Elî Hesenê ji Filistînê ya bi navê "Xatirxwestina Ji Bira" bû yekemîn, di kategoriya jiyanê da jî wêneyê Ozkan Bîlgîn ya bi navê "Rêwîtiya Zerê Zêrîn" bû yekemîn.
Di wêneya "Xatirxwestina Ji Bira" da Ansama 9 salî ya ji Filistînê li cinazeyê birayê xwe yê bi navê Sameh Junaîd dinihêre ku li Kampa Penaberan a Cebaliyeyê li hewşa mala xwe bi guleya topê ya tankeke Îsraîlê tê kuştin, xuya dike.
Di wêneya "Rêwîtiya Zerê Zêrîn" da jî li gundê Kiyiduziya Tetwana navçeya Bedlîsê rêwitiya keriyê pêz a ber bi zozanan va xuya dike.