Arinç wiha got: "Me îro Ofîsa New Yorkê ya Dîrektoriya Herêma Amerîkayê ya AAyê vekir û em gelek kêfxweş in. Gelek rojnamevan dê li vir bişixulin û dê gelek nûçeyan bigihînin dinyayê. Bi rastî ev tiştekî pir girîng e."
Arinç destnîşan kir ku AA dixwaze bibe yek ji ajansên dinyayê yên herî mezin û got hedefên me mezin in û îşalah em ê hemûyan jî bikin.
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê Kemal Ozturk jî ragihand ku armanca wan ew e ku Tirkiyeyê li Amerîkayê bidin nasîn û nûçeyên Amerîkayê bi awayekî lez û rast bigihînine dinyayê.
Ozturk bi bîr anî ku dixwazin di sala 100emîn ya damezrandina ajansê de bibin yek ji ajansên dinyayê yên herî mezin û wiha dewam kir: "Ev gav ji bo me pir girîng e. Em ji Birêz Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç re jî gelek spas dikin ku di rojeke wiha de em tenê nehêlan. Her tim li pişt me ye û di hemû projeyên me de destek da me. Em ji dil û can spasiya wî dikin."
-Gelek kes bêşdarî merasî mê bûn
Balyozê Tirkiyayê yê Washîngtonê Namik Tan, Serkonsolosê New Yorkê Levent Bîlgen, Midûrê Giştî yê Çapemenî, Weşan û Enformasyonê Mûrat Karakaya, Koordînatorê Dîplomasiya Kamûyê Cemalettîn Haşîmî, Endamê Lijneya Rêvebiriya AAyê Prof. Dr. Nîhat Erdogmûş, Alîkarê Midûrê Giştî û Derhênerê Weşana Giştî Omer Ekşî, Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Çagatay Çûlcûoglû, Derhênerê Giştî yê Xeberên Tirkiyeyê Ertûgrûl Cîngîl û vexwendiyên din beşdarî merasîma vebûnê bûn. Ofîs dê li giştiyê parzemîna Amerîkayê bibe navenda operasyonên AAyê.
Ofîsa New Yorkê ji bilî DYAyê, ji bo Kanada, Brezîlya, Arjantîn, Meksîka û Şiliyê jî wek navend dê bixebite. Ofîs di nav demê de dê berfireh bibe û li 60 welatên herêmê geşedanan dê ragihîne aboneyên xwe. Dê geşedanên li Wall Street û borsaya New Yorkê yên dinya û hemû piyase ji nêz ve teqîb dikin jî dê ragihîne.