Piştî ku Oztûrk got AAyê ji meha îlonê û vir ve bi kurmancî û soranî dest bi weşana kurdî kir, Avci ji Ozturk pirsî "bi zazakî jî weşan tê kirin an na?" Li ser vê Oztûrk wiha got: "Piştî demekê ew jî dê bibe înşallah." Oztûrk destnîşan kir ku zaravayê soranî ji ber ku tîpên erebî û zaravayê kurmancî jî bi tîpên latînî tê nivîsandin bi vi awayî mirov dikare wekî du zimanan bihesibîne.
Avci jî got ku ev demeke dirêj e ew li ser maseyeke wiha nebûye mêvan û ev ji bo wî diyariyeke mezin e û wiha got:
"Li ser xêrê be. Wek te jî got dîrok û erdnigarî me mecbur dihêle ku em li du Kapikuleyê, Haburê binêhêrin, wan guhdar bikin û gotinên xwe bigîhînin wan û gotinên wan jî bigîhînin vir. Anadolu Agency ev baş bi kar anî û ji bo xebatkarên AAyê hêvî dikim ku ev xebat li ser xêrê bin."
Li ser pirsa serbestiya sergirtinê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin û kete rewacê Avci wiha got: "Li ser xêrê be. Bi vê verastkirina nû ve zehmetiyên ku jinên sergirtî dikişand dê êdî ji holê rabe."
Avci diyar kir ku gelek xwendevan û mamostayan di dema 28ê sibatê de zehmetî kişandin. Ji wan jinên ku di dema 28ê Sibatê de mexdur bibûn 350 kesan serî li wezareta me xist da ku ji nû ve bixebitin.
-Sûprîza Rojbûnê"
Di dawiya civînê de rojbûna wezîr Nabî Avci ya 60 saliya wî bi pasteya ku AAyê jê re amade kiribû ve hat pîrozkirin. Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Oztûrk, Avci pîroz kir û serkeftin ji wî re xwest. Avci jî ji bo vê civînê sipasiya AAyê kir.
Oztûrk wêneyê Avci yê ku di despêka sala 2013-2014 ya perwerde û hîndekariyê de li ber texte hatibû kişandin diyarî wî kir.