Armanca AAyê ew e ku di salvegera damezrandina xwe ya 100emîn de bi 11 zimanan nûçeyan çêbike. Ji ber vê çendê xebatên AAyê yên weşana pirzimaniyê didome. AA ji bilî tirkî, bi îngilîzî, erebî, bhs (boşnakî, hirvatî, sirbî), rûsî, kurdî weşanê dike û dê bi projeya zimanê fransî jî bi 7 zimanan ji aboneyên xwe re xizmetê bike.
AA hewl dide ku navenda weşana fransî li Tunisê vebike û di vê çarçoveyê de di serî de Tunis, Cezayir, Fas, Misir, Senegal, Nîjerya, Fransa, Belçîka û welatên ku bi fransî diaxivin weşanê bike.
-Armanc ew e ku dengê Afrîkayê bighînin dinyayê
Servîsa nûçeyên fransî bi sernavên polîtîka, aborî, werziş, tûrîzm, jiyan, çand-hunerê rûdanên Tirkiye û dinyayê bi weşana fransî dê nûçeyên biwêne û bidîmen belavî dinyayê bike. Geşedanên ku li herêma Afrîkaya ku bi zimanê fransî diaxivin rû dide dê bi rêya nûçegihanên vê servîsê bi tirkî, erebî, îngilizî, rûsî, kurdî û boşnakî bigihîne medyaya dinyayê.