Fırat Özdemir
23 Nîsan 2022•Rojanekirin: 27 Nîsan 2022
Prof. Dr. Nazim Şekerogluyê Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Gazîentabê (GAUN) got ku wan ji dendikê zeytûna di çanda welêt da li ser sifreyên taştêyê her tim cî digire, qehweya nebatî û bêkafeîn çêkir.

Şekerogluyê Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepandina Nebatên Fîtoterapî û Tibbî-Aromatîkê ye jî got ku wî di encama lêkolîna xwe ya ser qehweya nebatî û veguherîna nebatan kir da ewilî li ser zeytûnên her roj tên xwarin, xebat kir.
Şekeroglu qala xebatên ku kiriye ji nûçegihanê AAyê ra kir û got: "Di salên dawîn da tevlî rûnê zeytûnê gelek xêr û bêrên pelên darên zeytûnê jî derdikevin holê. Zeytûn di rastiyê da ji bertovê di nav dendikê xwe da dihewîne ji hêla fîtokîmyayî va jî xwarineke girîng e. Bi salane tê gotin ku bila dendika zeytûnê bê xwarin û yan na li ser vê yekê niqaş dewam dikin û me jî got ku em ji dendikê wê qehwe çêkin."

Şekeroglu ragihand ku ew dendikê zeytûnê piştî hin muameleyan diqewirînin û piştî hêrandinê jî jê qehwe çêdikin.