Haydar Şahin
29 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Nîsan 2019
Li Şanliurfaya ku heywandar herî zêde pêz xwedî dikin berxên ku bi kedeke mezin xwedî kirin derxistin bazarê.
Li Şanliurfaya ku mêrgên wê hene û bi saya proje û piştgiriya hikûmetê heywandariya pêz zêde bû kêmzêde 2 milyon pez heye.
Li Şanliurfaya ku heywandar herî zêde pêz xwedî dikin berxên ku bi kedeke mezin xwedî kirin derxistin bazarê
Welatiyên li herêmên cuda yên bajêr heywandariyê dikin ligel hemû zehmetiyan eleqeyeke mezin nîşanî mî û berxên xwe didin. Berxên ku di mehên mijdar û berfanbarê da bûn bi baldarî hatin xwedîkirin. Heywandaran berxên xwe hazir kirin û bi hatina biharê ra derxistin bazarê ku bifroşin.

Zivistan derbas bû û heywandar ji bo firotina berxên xwe hewleke mezin didin. Heywandar ji bo berxên xwe bifroşin ber destê sibê hatin bazara heywanan a li Eyubiyeya navçeya bajêr û li vê derê dest bi bazariyê kirin.
Li Şanliurfaya ku tevkariyeke mezin dide îhtiyaca goştê sor a welêt li bendê ne ku 800 hezar berxên nêr werin firotin.
Îzzet Çîftçiyê Serokê Komeleya Bazara Heywanan Şanliurfayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bazar bi tenê rojên yekşemê girtî ye, wekî mayîn di seranserê salê da dixebite û lêbelê di vê heyamê da qerebalixiya bazariya berxan û ya ji bo Eyda Qurbanê heye.
Çîftçî bal kişand ku li bazarê herî zêde berxên nêr ên 4-5 mehî tên firotin, kesên van dikirin ew ê berxan besû bikin û bînin asta serjêkirinê.
Îzzet Çîftçî destnîşan kir ku bihayê heywanan di asta 2 salên çûyî da ye û wiha pê da çû:
"Bi piranî di hemaya mijdar-rêbendanê da pez dizê û berx dibin. Heywandarên me 4-5 mehan van bi şîr û yêm xwedî dikin û di nîsanê da derdixin firotinê. Di vê heyamê da navçe jî tev ji gelek herêman berxan tînin bazarê. Ji ber vê li bazarê qerebalixî heye. Dahata herî girîng a heywandaran ji berxan tê. Li Şanliurfayê kêmzêde 800 hezar berxên nêr ên qeydkirî hene. Dema yên nehatine qeydkirin jî lê zêde bikin hejmar digihêje milyonekî. Ya rastî ji bajarên dorberê jî berxan tînin vê derê. Lewra bazara me ji bo vî karî wekî benderekê ye. Texmîna me ew e ku hetanî Eyda Qurbanê li bazara me 2 milyon berxê werin firotin. Ev 2 sal e biha neguheriye. Nika li ser piyan kîloya berxan bi 18,5 lireyî tê firotin. Berxek kêm zêde bi 600-800 lireyî tê firotin."
- "Dahata me ya herî mezin ji berxan tê"
Îhsan Arikê heywandar diyar kir ku ligel hemû zor û zehmetiyê karê kal û bavê xwe didomîne.
Arik diyar kir ku dahata wan a herî mezin ji berxan tê û wiha pê da çû:
"Em dikarin ku bêjin îsal ji bo me baş e. Bi saya baranê mêrg û zozan hêşin bûn. Heywanên me têr diçêrin û şîrê wan jî zêde bû. Ji ber vê berxên me jî mezin bûn. Me nika berxên nêr derxistin firotinê. Biha ji hêviya me kêmtir e û ji ber vê em ê qasî demekê nefroşin. Înşallah em ê saleke bi ber û bereket derbas bikin. Heke baran nebariya me yê tengasî bikişanda. Lewra bihayê yêm zehf e, barê li ser milê me giran dibe."
Mahmut Çeçanê heywandar jî qala zehmetiya karê xwe kir û wiha axivî: "80 berxên me yên nêr hene. Ji bo bifroşinê me anîn bazarê. Hêviya heywandaran a herî mezin berx in. Em dahata herî mezin ji berxan qezenc dikin. Ji ber vê kelecaniya me heye. Em ê berxên xwe bifroşin û deynên xwe bidin."