Li OSBya Îsmaîl Ebul-Îz ya Cizîrê ya ku di sala 2008an de dest bi çêkirina wê hatibû kirin û par ketibû xizmetê, 3 fabrîqe hatin avakirin û di van fabrîqeyan de 108 karker dixebitin. Di demeke nêz de 5 fabrîqeyên nû dê bên vekirin û her wiha hejmara karkeran dê derkeve 500î.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê (TSO) yê Cizîrê Suleyman Çagli daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku Şirnak di çarçoveya sermayexistinên teşwîqê de, di herêma şeşemîn de ye û ji her hêlê ve piştgiriyeke mezin didin sermayedaran.
- "Me 27 parselên OSByê hemû tehsîs kirin"
Çagli got em wisa bawer in ku bi saya pêvajoya çareseriyê sermayedarên ku bêne Şirnakê dê kar bikin û da zanîn ku piştî pêvajoyê sermayexistinên nû hatin kirin. Çagli diyar kir ku niha 3 fabrîqe dixebitin û got ku dê 5 fabrîqeyên din jî heta mehekê dest bi hilberînê bikin. Înşaallah dê bi pêvajoya çareseriyê sermayexistin zêde bibin. Me 27 parselên OSByê hemû tehsîs kirin. Dê ev fîrma jî di demeke nêz de sermayexistinan bikin. Ev der cihê pevçûnan bû. Lê niha çek bêdeng bûne. Niha li vir cihê aramiyê ye. Em li benda sermayedar inveberhêneran in.
- "Di teahuda îstihdamê de ji sedî 31 zêdebûn heye"
Koordînatorê Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) yê Şirnakê Faîk Bugday jî da zanîn ku li Mardîn, Şirnak, Batman û Sîîrta ku di qada berpirsyariya TRT- 3yê de ne, belgeyên ku ji bo teşwîqa sermayexistinê hatin standin, 37 bûn, lê niha di heman heyamê de jimara belgeyên ku ji bo teşwîqa sermayexistinê hatin standin, derket 111an.