Haydar Şahin
14 Îlon 2018•Rojanekirin: 15 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Di vekirinê da endeksa BIST 100ê 900,63 puan û ji sedî 0,95 zêde bû û gihîşte 95.319,78an. Endeksa bankevaniyê ji sedî 1,52, endeksa holdingan ji sed, 0,92 zêde bûn. Endeksên hemû sektoran bi zêdebûnê dest bi rojê kirin. Endeksa herî zêde da qezenckirin jî ya bankeyan bû.
Duh Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ji hêviyê zêdetir faîza polîtîkayê zêde kir, 625 baz puan da ser faîzê û derkete ji sedî 24an. Piştî vê kurên dowîzê daket û endeksa BIST 100ê gihîşte 94.610,38 puanan û li gor girtina roja beriya xwe ji sedî 2,38 zêde bû û bi 94.419,15 puanan roj temam kir.