Duygu Alhan
12 Îlon 2024•Rojanekirin: 17 Îlon 2024
Buhayê bermîla nefta Brent li piyaseyên navneteweyî ji 71,36 dolarî bazar dît.
Buhayê bermîla nefta Brent ku duhê heta 70,82 dolarî çûbû û roj bi 70,41 dolarî qedandibû, îro saet 09.46an li gorî girtinê ji sedî 1,34 zêde bû û gihişt 71,36 dolarî. Di heman xulekan da bermîla nefta xav a cureyê Rojavayê Teksasê (WTI) jî ji 67,60 dolarî kiriyar dît.