Sarmand Hameed
05 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
HEWLÊR
Projeyên Herêma Kurdistanê pêşdetir bibin û bingeha wê li ser xîmên qehîm ava bikin yek bi yek dikevin xizmeta welatiyan.
Cadeya 120 Metroyî ya Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê bi beşdariya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî hat vekirin.
Barzanî di merasima vekirinê de xeberdanek kir û bal kişand ser qeyrana aborî ya li welat heye û diyar kir ku dê projeyên wisa berdewam bin.
Barzanî got ku cade bi deynan berî maweya xwe temam bûye û encamê pêbawerî û mitmaneya şirketan li Herêma Kurdistanê ye.
Serokwezîr diyar kir ku pêyî sektora taybet tu welat bipêşnakeve eger ev sektor li Herêma Kurdistanê jî nebe bipêş nakeve.