Nihat Kavşut,Türkan Tosun
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Cotkarên li Şanliurfayê ya wek navenda Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) ye û lê bi saya vejena jeotermal karê serayê pêş dikeve ji bona malê xwe bişînin bazarên Ewropayê li bendê ne ku kota bê rakirin.
Li Şanliurfayê di salên dawîn da karê serayê pêşva diçe. Li herêma Karaaliyê ya li Deşta Herranê ye piştî ku gundiyek li zeviya xwe kaniya ava jeotermal dît kar û barên serayê zêde dibe.
Di serayên jeotermal da di serî da firingî gelek sebze û kulîlkên xemlê tên çandin û ev jî feydeyeke mezin dide aboriya herêmê.
Firingiyên di serayên herêmê da çêdibin li bazarên navwelêt û derveyî welêt eleqeyeke mezin dibînin.
Piştî ku Rûsyayê sepandinên li ser îxracata firingiyan rakir cotkarên Şanliurfayê rehet bûn û ji bona malê xwe bişînin bazarên Ewropayê jî li bendê ne kotaya di 1ê nîsanê da wê dest pê bike bê rakirin.
Serokê Komeleya Seravanên GAPê û Yekîtiya Cotkar û Veberdêrên Serayê Muslum Yanmaz ji nûçegihanê AAyê re got ew di serayan de sebze û fêkiyên pir biqalîte û tendurist digîhînin û ji ber vê eleqeyek mezin ji bo firingiyên Karaaliyê heye.
- "Heke kota rabe bazara herî mezin wê bibe Ewropa"
Muslum Yanmaz got di mehên çileya pêşîn û nîsanê de ji welatên Ewropayê daxwaz çêdibe û wiha axivî: "Hollanda û Îspanya di serî de welatên din ên YEyê de dema sebze û fêkî digîhîjin ew kotayê didin ser berên Tirkiyeyê. Mehên derbasbûyî Wezîrê me yê Aboriyê Nîhat Zeybekçî û hemtayê wî yê îngiliz peymanek îmze kirin û bi vî awayî pirsgirêk ji holê radibe. Ji bo ku sebze û fêkiyên Tirkiyeyê bê kota bên firotin peymanek hat kirin lê ev dê sê sal şûnda bikeve rewacê. Ji ber vê bazara Ewropyê ji bo me niha ne cazîb e. Lê heke kota rabe bazara herî mezin wê ji bo me car din bibe Ewropa."