Vekirina nûnertiyê bi resepsiyona ku li Otêla Dedemanê hat ragihandin. Gelek kes beşdarî merasima vekirina nûnertiyê bûn. Di nava van kesan de serokê MUSÎADê Naîl Olpak, Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Faruk Kaymakçi, Serkonsulê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akif Înam, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê HKIyê Sînan Çelebî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û kasazên tirk û kurd yên li herêmê hebûn.
Serokê MUSÎADê Naîl Olpak di axaftina xwe de wiha got: "Dema ku em li kolanên Hewlêrê digerin em xwe biyanî nabînin. Hewlêr dostê me yê ebedî ye û di heman demê de jî baxê dilê me ye. Em bi van hest û ramanan ve li vir in û haya me ji berpirsiyariyên me jî heye. Ez hêvîdar im ku dê biratiya di navbera Hewlêr û Stenbolê de xurtir be."
Olpakî diyar kir ku gelê Tirkiyeyê û yê Iraqê her wext dostên hev ê nêz in û veberhênariyên karsazên tirk jî nîşaneya xurtbûna dostanî û hevkariya wan e.
Olpakî wiha dewam kir: "Tirkiye welatekî bihêz e. Li gel bûyerên Parka Geziyê, aboriya Tirkiyê di 2013an de jî pêşveçûna xwe dewam kir. Me ji niha ve semereyên pêvajoya çareseriyê wergirt. Ev pêvajo ne tenê ji bo herêma kurdan, ji bo hemû Tirkiyeyê tê maneya dewama aramî û îstiqrarê."
"Helwesta me zêdebûna hecma bazirganiyê ye"
Nûnerê MUSÎADê yê Hewlêrê Serokê Lijneya Rêvebirina Grûba Tahayê Emîn Taha jî got: "Helwesta me zêdebûna hecma bazirganiya di navbera herdu welatan e û em dixwazin ku têkiliyên aştî, aramî û dostaniyê bila xurtir bin."
Tahayî diyar kir ku di navbera Tirkiye û HKIê de nirxên hevpar gelek in.
Tahayî axaftina xwe wiha dewam kir: "Şîrketên welatên biyanî tên herêmê û veberhênanên xwe dikin, em çima neyên. Wekî MUSÎADê em hêvîdar in ku dê têkiliyên me xurtir bin. Ji bo zêdetir veberhênaniyê em ê veberhênerên xwe bînin. Bila aştî, biratî û dostanî her berdewam be."
Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê HKIyê Sînan Çelebî jî got ku em hêvî dikin ku veberhênariyên Tirkiyeyê sala bê ku derkeve du qatan. Ji dewlemendiyê zirar nayê, lê xizanî rewşeke gelekî xerab e.
"Tirkiye ji bo me deriyê dinyayê ye"
Waliyê Hewlêrê Hadî jî di axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiyeyê wekî hevkarekî mezin dibînin û Hadî bi dewamî got ku "Tirkiye ji bo me deriyê dinyayê ye."